Koma Nûbihar
Destpêk Derbarê Me Çapemeniyê de Em Wêne Wîdeo Têkilî

LÊ BÝGERE


Bi Hûrgilî

RÊZIKNAME

 

RÊZIKNAMEYA KOMELEYA ÇAND Û PERWERDEYÊ YA NÛBIHARÊ

            Nav û Navenda Komeleyê

            Xala 1- Navê Komeleyê: “Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Nûbiharê” ye.

            Nûbihar, di wateya bihara nû de ye.

            Navenda komeleyê li Diyarbekirê ye.

            Komele, di nav welat û li derveyî welat dikare þax veke.

        

         Armanca Komeleyê û Ji bo Pêkanîna Vê Armancê Mijarên Xebatê yên ku Komele dê li ser Kar bike û Awa û Warê Çalakiyan

 

            Xala 2- Armanca Komeleyê

         Di serî de li ser mijarên ziman, edebiyat, çand, mîrateya çandî, dîrok, hûner û folklora Kurdî, li Turkiyeyê û li Rojhilata Navîn li ser mijarên ziman, edebiyat, çand, mîrateya çandî, dîrok, hûner û folklora neteweyên din lêkolînkirin, danasîn, geþepêdan, di van mijaran de dayîna perwerdeyê û madî û manewî arîkarîkirina xebatên ku bên kirin.

            Mijarên Xebatê yên ku dê Ji aliyê Komeleyê ve bên kirin û Þêwazê Karkirinê

 

1- Ji bo karîgerkirin û pêþvebirina çalakiyan lêkolînkirin,

         2- Lidarxistina xebatên mîna kurs, semîner, atolye, konferans û panelan,

         3- Ji bo pêkanîna armancê, bidestxistina her cure zanyarî, belge, dokuman û weþanên pêwîst, avakirina navenda dokumantasyonê, ji bo ragihandina xebatên xwe di çarçoveya armancên xwe de derxistina weþanên mîna rojname, kovar, pirtûk û ji bo belavkirina ser bi endamên xwe, derxistina bultenan,

      4- Ji bo pêkanîna armancê dabînkirina zemîneke tendirûst a xebatê, bidestxistina her cure hacetên teknîkî, malzemeyên nivîskî û kelûpel,

         5- Bi merca wergirtina îznên pêwîst, çalakiyên berhevkirina arîkariyê û li nav welat û li derveyî welat qebûlkirina bexþê,

6- Ji bo pêkanîna armancên rêziknameyê û ji bo dahatên ku pêdivî ne, damezirandin û xebitandina kargehên aborî, bazirganî û pîþesazî,

7- Ji bo sûdwergirtina endaman û derbaskirina dema xwe ya vala, vekirina lokal, damezirandina dezgehên çandî û raxistina wan,

8- Ji bo geþepêdan û dirêjepêdana peywendiyên mirovî yên endamên xwe, lidarxistina çalakiyên mîna konser, þano, pêþangeh, werziþ, geþt û þahî yan jî dabînkirina sûdwergirtina endaman ji her cure çalakiyan,

9- Ji bo çalakiyên komeleyê; kirîn, firotin, kirêkirin û kirêdana malên hilgir û hilnegir ên pêwîst û li ser malên hilnegir çêkirina mafên eynî,

10- Ji bo pêkanîna armancê, ku pêwîst bê dîtin avakirina waqifê, damezirandina federasyonê yan jî beþdarbûna federasyoneke damezirandî, piþtî wergirtina destûra pêwîst damezirandina dezgehên ku bi îznê bên avakirin,

11-Tevlîbûna çalakiyên navneteweyî, endambûna komele û dezgehên derveyî welat û di gel van dezgehan li ser projeyan kirina xebatên hevbeþ yan hevkarîkirin,

12- Ji bo pêkanîna armanca komeleyê, wergirtina arîkariya madî ji komeleyên ku armaca wan nêzîkê xwe dibîne, ji sendîkayên karker û karsazan û dezgehên pîþeyî û arîkarîdayîna dezgehên navborî,

13- Ji bo pêkanîna armancê dema pêdivî bê dîtin, tevî parastina hukmên qanûnî yên peywendîdar ên jimare 5072 ya Dezgeh û Damezraweyên Komele û Waqifan, di gel dezgeh û damezraweyên giþtî li ser wan mijarên ku dikeve qada xebata wan birêvebirina projeyên hevbeþ,

         14- Danîna sandoqê, bi armaca pêdana malzemeyên pêdivî yên zeruri yên mîna xorak û cilûberg ên endamên komeleyê û bi armaca ku îhtiyaca wan bibîne bi mal û xizmetên din, dayîna krediyên mawe kurt,

15- Bo xwendekarên muhtac, arîkarîkirina her cure pêdiviyên hîndekarî û perwerdeyê. Ji bo gihîþtina vê armancê vekirina navendên îlmî, lêkolînî û geþepêdanê yên mîna pansiyon, mêvanxane, pirtûkxane, malên lêkolînê, holên xwendinê, kurs, enstîtu û bo van dezgehan dayîna her cure arîkariya eynî û neqdî,

16- Li ciyên ku pêwîst bê dîtin vekirina þax û nûnertiyan,

17- Bi wan damezraweyên ku peywendiya wan bi armanca komeleyê re hene û bi komele, waqif, sendîka û dezgehên sivîl ên mîna vana re ji bo pêþvebirina armanceke hevbeþ avakirina platforman,

 

Warê Çalakiyên Komeleyê

 

Komele, di warê civakî de çalakiyên xwe pêk tîne.

Mafê Endambûnê, Mameleyên Endambûnê û Berpirsiyariyên Endam

 

Xala 3- Hemû ew kes û komên ku armanc û prensîbên komeleyê pesend bikin, di pêkanîna karên xwe de xwedan ezmûn bin, di vê aresteyê de xebatê qebûl bikin û hilgirên mercên komeleyê bin dikarin bibin endamê vê komeleyê. Lê ji bo kesên biyanî ku bixwazin bibin endam divê xwedî mafê rûniþtina li Turkîyeyê bin. Ji bo endamên rûmetê ev merc derbas nabe.

         Ji bo endambûna komeleyê herî kêm referansa du endamên lijneya giþtî þert e. Serîlêdana endambûnê ya nivîskî bi awayekî ku îmzaya her du referansan hebe dema bo serokatiya komeleyê bê kirin, ji alîyê lijneya rêvebiriya komeleyê ve di nav sî rojî de biryar li ser qebûlkirin yan redkirina endambûnê tê dayîn û encam bi awayekî nivîskî bo serîhildêr tê ragihandin. Ku serîlêdan bê redkirin mecbûriyeta nîþandana sedema wê nîne. Endamê ku serîlêdana wî bê qebûlkirin, li defterê tê qeyîdkirin.

            Damezrînerê komeleyê û kesên ku serîlêdana wan ji alîyê lijneya rêvebirîyê ve hatiye qebûlkirin, endamên rastîn ên komeleyê ne.

            Ew kesên ku bi arîkariyên madî û manewî piþtgirî dane komeleyê bi biryara lijneya rêvebiriyê weku endamên rûmetê tên qebûlkirin.

            Di þaxên komeleyê de serîlêdanên nû li þaxan tê kirin. Mameleyên qebûlkirin yan avêtina ji endamtiyê bi heman rêbaz ji aliyê lijneyên rêvebiriyê yên þaxan ve tên kirin û herî zêde di nav sî rojan de bi nivîsekê bo Navenda Giþtî tên ragihandin.

        

                    Berpirsiyariyên Endaman

         Her endamekî li hember komeleyê; di çarçoveya azadiya þexsî, nîzama giþtî û qayîdeyên rewiþtî yên gelemperî de berpirsiyar e. Ev berpirsiyarî ev in; xebat ji bo pêkanîna armanca komeleyê, beþdarîkirin di rêvebirî û çalakiyên komeleyê de, pabendbûna bi rêkûpêkiya komeleyê, dilsozîya bi komeleyê re, dayîna aîdata xwe û beþadarîkirin di dayîna mesrefên komeleyê de.

  

Derketina Ji Endamtiyê

Xala 4- Her endam bi mercê ku bi nivîskî ragihîne, dikare ji endamtiya komeleyê derkeve. Dema ku daxwaznameya îstîfaya endam bigihîje lijneya rêvebiriyê, mameleyên derketinê bi dawî dibe. Derketina ji endamtiyê, deynê wî yê komeleyê ji holê ranake.

           

            Derxistina Ji Endamtiyê

 

            Xala 5- Rewþên ku dibin sedemê derxistina ji endamtiyê

 

1-      Pêkanîna reftarên li dijî rêziknameya komeleyê,

2-      Xwedizîna ji peywirên ku pê tên sipartin,

3-      Dema þeþ meh deynê aîdatê neyê dayîn,

4-      Pabendnebûna bi biryarên organên komeleyê,

5-      Bê hincet tevlînebûna civîna lijneya giþtî.

        

Eger van rewþên li jor hatine jimartin bên tespîtkirin, bi biryara lijneya rêvebiriyê ew kes dikare ji endamtiyê bê derxistin.

1-      Bi mirin û wundabûna endam,

2-      Ji holê rabûna mercên qanûnî û pratîk ên endamtiyê,

3-      Bi tasfîyekirina komeleyê û piþtî temamkirina mameleyên tasfîyeyê endamtiya endam xwe bi xwe dawî lê tê.

Kesên ku ji komeleyê derdikevin yan tên derxistin, ji deftera qeydê ya endaman tên derxistin û nikarin di hebûna malî ya komeleyê de mafekî îddîa bikin.

         Organên Komeleyê

 

         Xala 6-Organên komeleyê li jêr hatiye nîþandan.

1-      Lijneya Giþtî,

2-      Lijneya Rêvebiriyê,

3-      Lijneya Sihêtiyê,

    

Awayê Damezirandina Lijneya Giþtî ya Komeleyê, Dema Civînê, Bangkirin û Rêbaza Civînê

 

Xala 7-Lijneya giþtî, organa herî biselahîyet a komeleyê ye; ev lijne ji delegeyên ku ji aliyê endamên qeyîdkirî yên komeleyê, dema hejmara þaxan bigihîje sisiyan ji delegeyên siruþtî yên þaxan û endamên qeyîdkirî yên þaxan hatine hilbijartin, pêk tê.

 

Lijneya giþtî;

1-      Weku di rêziknameyê de hatiye di dema asayî de dicive.

2-      Dema rêvebirî yan jî lijneya sihêtiyê pêwîst bibîne yan jî li ser daxwaza ji pêncan yekê endamên komeleyê di nav sî rojî de bi awayekî awarte dicive.

   3-  Lijneya giþtî ya asayî, sê salan carekê, di nav meha yanzdehan de, di roj û cih û saeta ku ji aliyê lijneya rêvebiriyê de bê diyarkirin dicive.

4-  Lijneya giþtî ji aliyê lijneya rêvebiriyê ve bo civînê tê bangkirin.

5-  Eger lijneya rêvebiriyê, lijneya giþtî bangî civînê neke; li ser serîlêdana endamekî, hakimê aþtiyê, ji bo bangkirina hatina civînê ya lijneya giþtî  sê kesî peywirdar dike.

Rêbaza Bangkirinê

Lijneya rêvebiriyê, li gorî rêziknameya komeleyê lîsteya endamên ku mafê wan ê beþdarbûna lijneya giþtî heye rêk dixe. Endamên ku mafê wan ê beþdarbûna lijneya giþtî hene, herî kêm panzdeh roj berê, bi riya îlana rojnameyekê yan bi peyameke nivîskî yan elektronîk yan jî bi riya peyama telefonî ji bo wan roj, saet, cih û rojeva civînê tê dîyar kirin û ji bo civînê tên bangkirin. Di vê bangê de dema piranî çênebe û civîn pêkneyê, roj, saet û cihê civîna duyem tê diyarkirin. Maweya di navbera civîna yekem û duyem ji heft rojan kêmtir û ji þêst rojan zêdetir nabe.

Eger civîn, ji bilî çênebûna piraniyê ji ber sedemeke din bê paþdexistin, ev rewþ tevî diyarkirina sedemên paþdexistinê, li gorî rêbaza bangkirina civîna yekem bo endaman tê ragihandin. Civîna duyem ji dîroka paþdexistinê pê de herî dereng divê di nav þeþ mehan de bê kirin. Endam li ser esasên benda yekem divê careke din bo civîna duyem bên bangkirin.

Civîna lijneya giþtî ji carekê zêdetir nayê paþdexistin.

Azîna Civînê

Lijneya giþtî, bi piraniya zêde ya endamên ku mafên wan ên beþdarbûnê heye dicive. Ji bo guherîna rêziknameyê û di rewþa girtina komeleyê de bi beþdarbûna ji duduyê sisiyan ê lijneyê dicive; heke piranî necive û ji ber vê sedemê civîn bê paþxistin, di civîna duyemîn de hewcehî bi piranîyê namîne. Lê belê, hejmara endamên ku beþdarî vê civîna duyemîn dibin, divê herî kêm du car li endamên lijneyên rêveberî û venihêrtinê hebin.

Endamên ku mafê wan ê beþbarbûna lijneya giþtî heye, bi lîsteyekê li ciyê civînê tên aþkerekirin. Nasnameyên endamên ku tên ciyê civînê, ji hêla andamên lijneya rêveberîyê yan jî ji hêla peywirdarên lijneya rêveberîyê ve tên venihêrtin. Endam, di lîsteyê de ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve tê amadekirin, li hemberî navê xwe îmzeya xwe diavêjin û derbasî ciyê civînê dibin.

Heke ji bo civînê hejmara endaman bes be, ev yek bi girtenameyê tê destnîþankirin û ji hêla serokê lijneya rêveberîyê yan jî kesekî endamê lijneya rêveberîyê bi peywirdariya serok civînê vedike. Heke ji bo civînê hejmara endaman ne bes be, ji hêla lijneya rêveberiyê ve girtenameyek tê amadekirin.

 Piþtî vekirina civînê, ji bo birêvebirina civînê, serokek û têra xwe cîgirên serok û nivîsyarek tê bijartin û bi vî awayî desteya dîwanê tê avakirin.

Di dema dengdayîna ji bo dezgehên komeleyê de, endamên ku dengê xwe didin, mecbûr in ku nasnameya xwe nîþanî desteya dîwanê bidin û di lîsteya beþdarvanan de li hemerî navên xwe îmzeya xwe biavêjin.

Birêvebirin û ewlehîya civînê bi destê serokê dîwanê tê kirin.

Di lijneya giþtî de tenê maddeyên rojevê tên axaftin û nîqaþkirin. Lê belê heke mijarek bi awayekî nivîskî, ji yekê dehan ê andamên amade ve bê daxwazkirin, divê ew mijar jî bikeve rojevê.

Di lijneya giþtî de ji her endamî re mafê dengekî heye; endam mecbûr e ku bi serê xwe dengê xwe biavêje. Endamên rûmetiyê dikarin tevli civînên lineya giþtî bibin; lê belê nikarin deng bidin. Heke hukmê þexsî bibe endam, serokê lijneya rêveberiyê ya hukmê þexsî an jî kesekî ku bi temsîlî hatibe peywirdarkirin, dikare dengê xwe bide.

Mijarên ku di civînê de tên axaftin û nîqaþkirin û biryarên ku tên dayin, di girtenameyekê de tên nivîsîn û ji hêla serokê dîwanê û nivîsyaran ve tê îmzekirin. Bi dawîbûna civînê re, girtename û belgeyên din, teslîmê serokê lijneya rêveberiyê tê kirin. Serokê lijneya rêveberiyê berpirsyar e ku van belgeyan biparêze û di nava heft rojan de teslîmê lijneya rêveberiyê ya ku nû hatiye bijartin, bike.

 

Azîn û Awayên Dengdayin û Biryargirtina Lijneya Giþtî

Xala 8- Di lijneya giþtî de, heke berevajî biryar nehatibe girtin, bijartina endamên lijneyên rêveberî û venihêrtinê, bi dengdayîna veþartî tên bijartin; biryarên mijarên din jî bi awayekî vekirî tên dayin. Dengên veþartî, ew deng in ku kaxizên ku ji hêla serokê civînê ve hatine morkirin an jî pisûleyên ku ji hêla endaman ve piþtî dengdayînê avêtina hundirê qabek vala û piþtî bi dawîbûna dengdayinê re bi awayekî aþkere tên destnîþankirin.

Di dengdayina vekirî de, rêbaza ku serokê lijneya giþtî destnîþan kiriye, tê pêkanîn.

Biryarên lijneya giþtî, bi piranîya zêde ya endamên ku beþdarî civînê bûne, tên dayin. Lê belê guherîna rêziknameyê û biryarên girtina komeleyê, tenê bi beþdarbûna ji duduyê sisiyan ê endaman dikare were dayin.

 

Biryarên ku Bê Civîn û Bang Tên Dayin

Biryarên bi bê civîna hemû endaman ku bi beþdarbûna bi awayekî nivîskî tên girtin û biryarên hemû endamên komeleyê ku bi awayekî li dijî azîna banga nivîskî ya rêziknameyê dicivin, derbas dibin.

Biryargirtina bi vî awayî, nakeve ciyê civîna asayî.

 

Peywir û Rayeyên Lijneya Giþtî

         Xala 9- Babetên ku li jêr nivîsandî ne, ji hêla lineya giþtî ve tên axaftin û biryargirtin.

         1- Bijartina dezgehên komeleyê,

         2- Guherîna rêziknameya komeleyê,

         3- Hevdîtina li ser raporên lijneyên rêveberî û venihêrtinê û fîhila lijneya rêveberiyê.

         4- Hevdîtina li ser budçeya ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve tê amade kirin; bi heman awayî an jî piþtî guherandinan pejirandina budçeyê,

         5- Venihêrtina dezgehên din ên komeleyê û heke pêdivî bê dîtin bi sedemên mafdar, dûrxistina wan a ji peywirê,

6- Heke lijneya rêveberiyê ji bo kes an jî kesan biryara redkirina endamtî û derxistina ji endamtiyê dabe; ew kes jî di civîna pêþî ya lijneya giþtî de bi awayekî nivîskî daxwazname û îtirazên xwe pêþkêþî serokatiya dîwanê kiribin, lijneya giþtî li ser vê yekê disekine û biryar dide,

         7- Ji komeleyê re ji bo sitendina malên ku li ciyê xwe dimînin an jî di derheqê firotina malên heyî de rayedayina lijneya rêveberiyê,

         8- Di derheqê rêvebernameyên de ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve ji bo xebatên komeleyê hatine amadekirin; venihêrtin û bi heman awayî an jî bi guhertinan erêkirina wan,

         9- Biryargirtina destmiz, diravdanîyên her cure, zewade û tezmînatên serok û endamên lijneyên rêveberî û venihêrtinê yên komeleyê ku ne peywirdarên tu sazîyan in û rojane û zewadeyên ji bo peywirdarên xizmeta komeleyê.

         10- Biryargirtina li ser beþdarbûn û veqetîna komeleyê ji federasyonê û li ser vê yekê rayedayina lijneya rêveberiyê,

         11- Çalakiyên komeleyê yên navneweteweyî, bi awayekî endamtî peywendî û beþdarbûna sazî û komeleyên li derveyî welêt û veqetîn û derketina ji wan,

         12- Avakirina Weqifan ji hêla komeleyê ve,

         13- Girtin û betalkirina komeleyê,

         14- Lêkolîna pêþniyazên din ên lijneya rêveberiyê û biryargirtina di derheqê wan de,

15- Bi awayekî dezgeha komeleyê ya xwedî rayeya herî bilind, hevdîtina karûbarên ku ji bo dezgeheke din a komeleyê nehatiye dayin û bi kar anîna rayeyan,

16- Biryargirtina li ser zêdekirin û kêmkirina barbû û aîdatên mehane yên despêka endamktiyê,

17- Ji bo vekirina þaxên komeleyê biryar dayin û ji bo karûbarên þaxa ku biryara vekirinê hatiye dayin, rayedayina lijneya rêveberiyê,

18- Ji hêla lijneya giþtî ve bicihanîna peywirên din ên ku di mewzûatê de cî girtine.

 

         Birêxistina Lijneya Rêveberiyê û Peywir û Rayeyên Wê

         Xala 10- Lijneya Rêveberiyê bi awayekî 5 esîl û 5 yêdek ji hêla lineya giþtî ve tên bijartin.

         Lijneya rêveberiyê, di civîna pêþî ya piþtî hilbijartinê de bi biryarek paywiran li hev parve dikin û serok, cîgirê serok, sekreter, jimêryar û endam destnîþan dikin.

         Lijneya rêveberiyê, bi þertê ku bang li her endamî hatibe kirin, dikare her gav banga civînê bike. Li ciyê civînê ji nîvê hejmara endaman yek zêde amade bin, civîn pêk tê. Biryar, bi piraniya zêde ya beþdarvanên civînê ve tên dayin.

         Heke ji lijneya rêveberiyê bi rêya îstifayê an jî bi sedemek din valahiyek çêbibe, divê endamên ku di lijneya giþtî de herî zêde deng girtine, li gorî dengirtina zêde,  bang li wan bê kirin.

        

         Peywir û Rayeyên Lijneya Rêveberiyê

         Lijneya rêveberiyê taybetiyên li jêr bi cî tîne.

         1- Temsîlkirina komeleyê an jî ji bo vê yekê rayedayina endamekî xwe an jî kesekî sêyemîn,

         2- Kirina hîsabên dahat û lêçûnan û amadekirina budçeya serdemeke din û pêþkêþkirina lijneya giþtî,

         3- Amadekirina rêvebernameyên karûbarên komeleyê û pêþkêþkirina lijneya giþtî ji bo erêkirinê,

         4- Bi rayedayina lijneya giþtî sitendina malên cîmayî, firotina malên cîmayî û necîmayî yên komeleyê, avakirina bîna an jî tesîsan, çêkirina peymana kîrayê, ji komeleyê re tesîskirina îpotek anjî heqên aynî,

         5- Bi rayedayina lijneya giþtî birêvebirina karûbarên vekirina þaxeke nû,

         6- Birêvebirina venihêrtina þaxên komeleyê û heke sedemên di cî de hebin, ji peywirê dûrxistina lijneyên rêveberiyê yên þaxan,

         6- Li ciyê ku pêdivî hebe vekirina temsîldariyan

         7- Pêkanîna biryarên ku di lijneya giþtî de hatine dayin,

         8- Di dawiya her çalakiyên salekê de, çêkirina tabloya hîsabên dezgehê; tabloya bîlanço û dahatîyê; rapora ku xebatên lijneya rêveberiyê dihundirîne û di dema civînê de ji lijneya giþtî re pêþkêþkirina wan,

         9- Kirina rêveçûna budçeyê

         10- Biryargirtina li ser endamgirtina ji komeleyê re an jî ji derxistina endamtîyê,

11- Ji bo ku komele bigihîje armanca xwe, di bin rayeya xwe de girtina her cure biryarî û birêvebirina wan,

12- Kirin û bicihanîna peywir û rayeyên ku ji hêla mewzûatê de jê re hatiye dayin,

         Birêxistina Lijneya Venihêrtinê û Peywir û Rayeyên Wê

         Xala 11- Lijneya Venihêrtinê bi awayekî 3 esîl û 3 yêdek ji hêla lineya giþtî ve tên bijartin.

         Heke ji lijneya venihêrtinê bi rêya îstifayê an jî bi sedemek din valahiyek çêbibe, divê endamên ku di lijneya giþtî de herî zêde deng girtine, li gorî dengirtina zêde,  bang li wan bê kirin.

         Peywir û Rayeyên Lijneya Venihêrtinê

         Lineya venihêrtinê, dinêre ka gelo komele li ser rêça armancên komelê ye ku di rêziknameya komeleyê de hatine nivîsîn û li gorî mijarên xebatê tevdigere yan na. Dinêre ka gelo lênûsk, hîsab û tomar li gorî mewzûatê û rêziknameya komeleyê tên kirin an na. Li gorî asas û azînên ku di rêziknameya komeleyê de hatine destnîþankirin û berî ku salek bi ser de biçe venihêrtinan dike. Encamên venihêrtinên xwe dike rapor û pêkêþî lijneya rêveberiyê dike û dema ku dicive pêþkêþî lijneya giþtî dike.

         Lijneya venihêrtinê, heke pêdivî hebe ji bo civînê dikare bang li lijneya giþtî bike.

Çavkaniyên Dahatiyên Komeleyê

         Xala 12- Çavkaniyên dahatiyên komeleyê li jêr hatine rêzkirin.

         1- Aîdatê Endaman: Ji endaman di destpêka endamtîyê de 10 TL, mehane jî 5 TL aîdat tê sitendin. Biryara zêdekirin û kêmkirina van mîqdaran di destê lijneya giþtî de ye,

         2- Barbûyê Þaxan: Ji bo ku lêçûnên giþtî yên komeleyê bên bidestxistin, ji sedî 10’ê barbû û aîdatên ku ji hêla þaxên komeleyê ve ji endaman hatine civandin, ji þeþ mehan û carekê ji navenda giþtî re tê þandin,

         3- Bexþ û alîkariyên ku ji hêla þexsên rastîn û hukmî ve bi dilê xwe ji komeleyê re dikin,

4- Dahatinên ku ji çalakiyên komeleyê yên wekî civînên bi çay û xwarin; kermes; ger û þahî; konser; pêþbirkên sporê û ji konferansan tên bidestxistin,

5- Dahatinên ku ji malên komeleyê tên bidestxistin,

6- Li gorî hukmên mewzûatê yên di derheqê civandina alîkariyan de, bexþ û alîkariyên ku dê bên civandin,

7- Ji bo ku komele bigihîje armanca xwe, pêdivî bi çi dahatinê hebe, ji bo wî bikaranîna çalakiyên tîcarî û dahatinên ku ji wan tên bidestxistin,

8- Dahatinên din.

Esas û Azînên Lênûskgirtina Komeleyê û Lênûskên ku dê Bên Girtin

Xala 13- Asasên Lênûskgirtinê;

Li Komeleyê, li gorî asasên hîsabê dezgehê lênûsk tê girtin. Lê belê, heke dahatina brut ji mîqdara ku di Birêvenameya Komeleyan a ku di Maddeya 31. de hatiye destnîþankirin, derbas bibe, ji serdema hîsabkirina di rêzê de tê dest pê kirin û li gorî asasên bîlançoyê lênûsk tê girtin.

Heke ku derbasî asasên bîlançoyê bûbe û li ser hev di du serdemên hîsaban de bikeve binê heddê ku li jor hate gotin, ji sala nû û pêve dê bifetile asasên hîsabên dezgehê.

Bêyî ku girêdayî heddê li jor bimînin, dikarin bi biryara lijneya rêveberiyê, li gorî asasên bîlançoyê lênûsk bigrin.

Heke dezgeheke bazirganîyê ya komeleyê vebibe, ji bo vê dezgeha bazirganîyê, li gorî hukmên Zagona Azînê ya Bacayê lênûsk tê girtin.

Azîna Tomarkirinê

Lênûsk û tomarên komeleyê, li gorî azîn û asasên Birêvenameya Komeleyan tên girtin.

Lênûskên ku dê Bên Girtin

Li komeleyê, lênûskên ku li jêr hatine nivîsîn tên girtin.

a) Lênûskên ku dê di asasên hîsabê dezgehê de bên girtin û asasên birêvebirinê li gor jêrîn in:

1- Lênûska Biryaran: Biryarên lijneya rêveberiyê li gorî rêza dîrok û jimareyê di vê lênûskê de tên nivîsandin û binê biryaran ji hêla endamên ku beþdarî civînê bûne ve tên îmzekirin.

2- Lênûska Tomarkirina Endaman: Zanînên nasname, dîroka ketin û derketina ji komeleyê yên kesên ku wekî endam dikevin komeleyê di vê lênûskê de tên nivîsandin. Mîqdarên aîdatên destpêk û salane yên ku endam dane jî dikarin di vê lênûskê de bên tomarkirin.

3- Lênûska Tomarkirina Ewraqan:  Ewraqên ku diçin û tên, li gorî rêza dîrok û jimareyê di vê defterê de tên nivîsandin. Eslê ewraqên ku tên û zêdeyê ewraqên ku diçin, tên dosyakirin. Ewraqên ku bi rêya postaya elektronîk tên jî bi rêya prîntirê sûretek ji wan tê hilanîn.

4- Lênûska Mîrî: Mîrîyên komeleyê li gorî ciyê ku jê hatine, dîroka hatinê, ciyê çûyînê û yên ku ji bikaranînê ketine di vê lênûskê de tên tomarkirin.

5- Lênûska Hîsabê Dezgehê: Li ser navê komeleyê, dahatinên ku tên girtin û lêçûnên ku tên dayin, bi awayekî vekirî û bi rêk û pêk di vê lênûskê de tê nivîsandin.

6-Lênûska Tomerkirinê ya Belgeyên Hatine Girtin: Belgeyên ku hatine girtin, li gorî numareyên serî û rêzê; nav, paþnav û îmzeya kesê ku wê belgeyê girtiye û fetilandiye û dîroka fetilandinê di vê lênûskê de tê nivîsandin.

b) Lênûskên ku dê di asasên bîlançoyê de bên girtin û asasên birêvebirinê li gor jêrîn in:

1- Lênûskên ku di bendên binî yên 1, 2, 3 û 6. ê benda (a)yê de ku destnîþankirî ne, heke li gorî asasê bîlançoyê lênûsk bê girtin, tê girtin.

2- Lênûska Destmizan, Lênûska Mezin û Lênûska Jimêryariyê: Azîna girtin û tomarkirina van lênûskan, li gorî Zagona Azînê ya Bacayê û li gorî asasên Danezanîna Giþtî ya Birêveçûna Pergala Mûhasebeyê ku bi rayeya vê zagonê daye Wezareta Darayî hatiye weþandin, tê kirin.

Erêkirina Lênûskan

Li Komeleyê, lênûskên ku divê bên girtin, beriya bi kar anînê, divê li gerînendetiya komeleyan ên bajêr an jî li noterê bên tesdîqkirin. Heta ku rûpelên van lênûskan xelas bûn tê bikaranîn û di navberê de pêdivî bi tesdîqê tune ye. Lê belê, lênûskên ku li gorî asasên bîlançoyê tên girtin û form an jî lênûskên ku misêwa xwedî rûpelên bi form in, beriya sala ku dê bê bikaranîn, di meha paþîn de her sal divê bê tesdîqkirin.

Tabloya Dahatê û Sazkirina Bîlançoyê

Heke li gorî asasên hîsabê dezgehê tomar bê girtin, di dawiya salan de (Çileyê Pêþîn 31) (Li gorî tiþtê ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-16’an de hatiye destnîþankirin) “Tabloya Hîsabê Dezgehê” tê çêkirin. Heke li gorî asasên bîlançoyê lênûsk bê girtin jî, di dawiya salan de (Çileyê Pêþîn 31) li gorî asasên Danezanîna Giþtî ya Birêveçûna Pergala Mûhasebeyê ku di her dawiya salan de ji hêla Wezareta Darayî ve tê weþandin, tabloya bîlanço û dahatinê tê çêkirin.

         Karûbarên Dahat û Lêçûnên Komeleyê

Xala 14- Belgeyên dahat û lêçûnê;

Dahatinên komeleyê, (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-17’an de mînak heye) bi “Belegeya Girtekê” tê tehsîlkirin. Heke dahatinên komeleyê bi rêya bankayan çêbûbe, dekontên ku ji hêla bankayan ve tên çêkirin û belgeyên ku wekî kurtasîya hîsab nîþan didin jî dikevin ciyê belgeye hate girtinê.

Lêçûnên komeleyê jî, bi rêya belgeyên zêhakirinê yên wekî fatûre, fîþên firotinên perakende û meqbûzên pîþeyên serbest tên kirin. Lê belê, ji bo lêçûnên komeleyê yên ku dikevin bin maddeya 94’an ê Zagona Bacayên Dahatinê, li gorî hukmên Zagona Azînê ya Bacayê, pisûleya lêçûnê tê amadekirin; ji bo lêçûnên ku nakevin bin vîya jî (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-13’an de mînak heye) “Meqbûza Lêçûnê” tê çêkirin.

Ji hêla komeleyê ve, mal û xizmetên ku bê bergîdan ji sazî û dezgehan re tên teslîmkirin, (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-14’an de mînak heye) bi “Belgeya Teslîmê ya Alîkariya Aynî” tên kirin. Mal û xizmetên ku ji hêla kes, sazî û dezgehan ve bê bergîdan teslîmê komeleyê tên kirin jî (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-15’an de mînak heye) bi “Belgeya Girtekê ya Bexþa Aynî” tên qebûlkirin.

 

Belgeyên Girtekê

“Belgeyên Girtekê” ku di tehsîlên dahatinên komeleyê de dê bên bikaranîn (bi meznahî û teþeyê ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-17’an hatiye nîþandan)  bi biryara lijneya rêveberiyê ve, li çapxaneyê tê çapkirin.

Çapkirin û kontrola belgeyên girtekê, teslîmgirtina ji çapxaneyê, tomarkirina lênûskê, dewr û teslîma jimêryarên kevn û nû û bi belgeya girtekê re kesê ku li ser navê komeleyê tehsîla dahatinan dike an jî ji hêla kesan ve bikaranîna van belgeyên girtekê û asasên li ser teslîma dahatinên ku hatine civandin, li gorî hukmên Birêvenameya Komeleyan tê kirin.

 

Belgeya selahiyetê

Kes an kesên ku li ser navê komeleyê dahatê tehsîl dikin, bi biryara lijneya rêveberiyê û bi destnîþankirina dema selahiyetê, tên diyarkirin. Belgeya selahiyetê ya ku nasnameya diyar a kesên tehsîldar, îmze û sûretên wan tê de (Di pêveka 19’an a ku nimûneya wê di rêziknameya komeleyan de heye) hene, ji hêla komeleyê ve wek sê nusxe tên amadekirin û ji hêla serokê lijneya rêveberiya komelê ve, tê erêkirin. Nimûneyek ji belgeya selahiyetê, teslîmê yekîneya komeleyan, tê kirin. Guhertinên derbarê belgeya selahiyetê de, di maweya panzdeh rojan de, ji hêla serokê lijneya rêveberiyê ve, ji bo yekîneya komelayan, tê ragihandin.

 

             Ew kesên ku li ser navê komeleyê dahatê tehsîl dikin, encax di dû belgeyên selahiyetê ya ku li ser navê wan hatiye çêkirin û ji aliyê yekîneya komeleyan ve nimûneyeke wê hatiye girtin de, dikarin dest bi tehsîla dahatê bikin

 

            Derbarê bikaranîna belgeya selahiyetê, nûkirina wê, îadekirina wê û xuzûsiyetên din de, li gorî hikmê Rêziknameya Komeleyan, kar tê kirin. 

 

Dema Mehfizekirina Belgeyên Dahat û Lêçûnan

        Ji bilî defteran, belgeyên meqbûzan ên ku ji hêla komeleyê ve hatine bikaranîn, belgeyên mesrefê û belgeyên din, li gorî demên diyarkirî yên bi qanûnên taybet, bi defterên ku li gorî sîstema hêjmar û dîrokê hatine qeydkirin re, 5 sala tên mihefezekirin.                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                              

Dayîna Beyannameyê

Xala 15- “Beyannameya Komeleyê” ya ku li gorî encamên dawiya salê ya ku li ser fealiyetên dahat û lêçûnên komeleyê yê sala borî  (Di pêveka 21’e ya ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîþankirin), di dû erêkirina ji hêla lijneya rêveberiyê, ji aliyê serokê komeleyê ve, di nav her çar mehên sala salnameyê de, ji bo amirtiya rêveberiya bajêr re, tê birêkirin                                                                                                                                           

          Mukelefiyeta Îxbarnameyê    

Xala 16- Îxbarnemeyên ku ji amirtiya bajêr re tên þandin;

 

Îxbarnameya Encamê ya Lijneya Giþtî

Di nav sî rojên di dû civînên lijneyan ên awarte û asayî de,  “Îxbarnameyên Encamê yên Lijneya Giþtî” û pêvekên wê, yên ku di xwe de endamên esîl û yêdek ên ku ji bo rêveberî, lijneyên teftîþê û dezgehên din hatine hilbijartin dihebîne (Di pêveka 3’an a ku di Rêziknameya Komelayan de hatiye nîþandan), ji hêla serokê lijneya rêveberiyê ve, ji amirtiya bajêr re, tê birêkirin.

Ji bo îxbarnameya encamê ya lijneya giþtî;

1- Nimûneya zabitê ya cîvîna lijneyê ya giþtî ya ku ji hêla serokê dîwanê, alikarê serok û nivîsevan ve hatiye îmzekirin, 

2- Heke di rêziknameyê de guhertin hatibe çêkirin, þiklên xalê berê û yên nû û rûpelê nimûneya rêziknameyê ya ku halê wê yê dawiyê yê ku ji hêla lijneya giþtî ve hatiye îmze kirin,  

pê ve tên zeliqandin.

 

           Îxbarnameya Xeyrî Menqûlan

Xeyrî menqûlên ku ji hêla komeleyê ve hatine girtin, di dû 30 rojên ku di dû tescîlkirina wan a di tapûyê de (Di pêveka 26’an an ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîþandan), divê “Îxbarnameya Malên Xeyrî Menqûl” bê tijekirin û ji bo amirtiya rêveberiya bajêr re, bê rêkirin.

 

         Îxbarnameya Girtina Alîkariyê Ya Ji Derveyê Welat

         Heke komele, ji derveyê welat alikariyê bigire, divê komele beriya girtina alîkariyê, (Di pêveka 4’an, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîþandan) du nusxe “Îxbarnameya Girtina Alîkariyê Ya Ji Derveyê Welat” tenzîm bike û wê ji bo amirtiya rêveberiya bajêr re, biþîne. 

 

Divê, nimûneya biryara lijneya rêveberiyê ya ku derheqê girtina alikariyê ya ji derveyê welat de hatiye girtin, heke hebe protokola ku li ser alîkarîgirtinê hatiye tenzîmkirin, peymanname, belgeyên din ên wek vana, dekont û belgeyên din ê razandinê ya derbarê þandina pere (alîkarî), bi formê ve bên derzîkirin.

 Gava, alikariyên neqdî, bi rêyên bankayan bên girtin, divê beriya bikaranîna wan, þert e ku þertê îxbarnameyan bên cîkirin   

 

 Îxbarnameya Projeyên Hevbeþ ên Ku Bi Sazî û Damezraweyên Giþtî re Tên Meþandin  

           Di mijarên ên ku dikevin qada wezîfeya komeleyê de, nimûneyên projeyê û protokola têkildarê projeyên ku bi sazî û damezraweyên giþtî re bi hev re tên meþandin (Di pêveka 23’yan, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîþandan), divê bi “Îxbarnameya Projeyê” ve bê derzîkirin û di maweya meha ku di dû projeyê de hatibû çêkirin de, ji bo parêzgariya wî ciyê ku komele lê bi cî ye, tê teslîmkirin.

         Ragihandina Guhertinan

        Guhertinên cî û warê komeleyê,  (Di pêveka 24’an, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîþandan) di “Îxbarnameya Guhertinê ya Cî û War” de û guhertinên din ên ku ji bilî civîna lijneya giþtî (Di pêveka 25n, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîþandan), di “Îxbarnameya Guherînan Ên  Di Dezgehên Komeleyê De” tên tije kirin û di nav 30 rojan de ji bo amirtiya rêveberiya bajêr, tê ragihandin.

Guherînên ku di rêziknameya komeleyê de tên kirin jî, di dû cîvîna lijneya giþtî ya ku guherînên rêziknameyê tê de hatine kirin de, di nav 30 rojên di dû vê civînê de, bi pêveka îxbarnameya encama lijneya giþtî, ji bo amirtiya rêveberiya bajêr, tê ragihandin.

 

 Teftîþa Hundirîn A Komeleyê

  Xala 17- Di komeleyê de, çawa ku ji hêla lijneya giþtî, ji hêla lijneya rêveberiyê yan ji hêla lijneya teftîþê ve teftîþ tê kirin, her wisa jî ji hêla saziyeke teftîþê ya serbixwe ve jî teftîþ dikare bê kirin. Teftîþa ku ji hêla lijneya giþtî, ji hêla lijneya rêveberiyê yan ji hêla saziyeke teftîþê ya serbixwe ve jî hatibe kirin jî, wê mukelefiyeta lijneya teftîþê, ranake. 

 

 Divê ji hêla lijneya teftîþê ve, herê kêm ji salê carekê,  teftîþa komeleyê bê kirin. Lijneya giþtî yan lijneya rêveberiyê, heke pêwistiyê bibîne, ew dikare bi xwe yan bi saziyeke teftîþê ya serbixwe, teftîþê bike.

 

Qaîdeyên Deyndarbûna Komeleyê

Xala 18-  Komele, ji bo ku bikaribe armanc û fealiyetên xwe bimeþîne, heke pêwistiyê pê bibîne, bi biryara lijneya rêveberiyê, dikare deyn bike. Ev deyndarbûn, her çawa dikare bi krediyê kirîna mal û xizmetê de, be;  her wisa jî dikare bi nakîtê jî be. Lê belê ev deyndarî, divê ne di binê çavkaniyên dahatûya komeleyê de be, û komeleyê jî nexe binê zexta ku nikaribe deynê xwe bide. 

 

Avakirina Þaxên Komeleyê

Xala 19-  Komele, heke pêwistiyê bibîne ku li hinek ciyan þaxên xwe veke, bi biryara lijneya giþtî yan jî li ser selahiyeta xwe ya ku wergirtiye, bi biryara lijneya rêveberiyê ya navenda giþtî, dikare þaxan veke. Bi vê mebestê, îxbarnameya herî kêm sê kesên damezrîner ên lijneyê yên ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve selahiyet wergirtine, îxbarnameya avakirina þaxê ya ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye diyarkirin û belgeyên din ên ku pewistî pê hene, divê ji bo amirê herî mezin ê wî ciyê ku þax lê tê vekirin, bê dayîn.

  

Wezîfeyên Komeleyan û Selahiyetên Wan

Xala 20- Þax, ew e ku takekesiya wî ya hukmî tune ye û xwudanselahiyet û wezîfedar e ku di çarçoveya armanc û xizmeta komeleyê de fealiyetên xweser bi cî tîne û rêxistineke di nav zikê komeleyê de ye ku ji ber encamên kar û barên xwe deyndar an maldar be, ew berpirsiyar e.  

 

Dezgehên Þaxan û Hukmên Li Wan Tên Tetbîqkirin

Xala 21- Dezgehên þaxan; lijneya giþtî, lijneya rêveberiyê û lijneya teftîþê ye. Lijneya giþtî, ji endamên qeydkirî pêk tê. Lijneya rêveberiyê, ji 5 esîl û 5 yêdekan; lijneya teftîþê ji 3 esîl û 3 yêdekan pêk tên û ev kes ji aliyê lijneya giþtî ya þaxê ve tên hilbijartin.

Wezîfe û selahiyetên van dezgehan û hukmên din ên di rêziknameyên derheqê komeleyê de, li gorî mewzûat dest dide, di þaxê de tên tetbîqkirin. 

 

Demên Kombûna Lijneyên Giþtî Yên Þaxan û Wê Çawa Bê Tesîlkirina Wan Di Lijneya Giþtî Ya Navenda Giþtî De 

Xala  22-  Þax, divê civînên xwe yên asayî yên lijneya giþtî, herî kêm du meh beriya civînên lijneya giþtî ya navendê, biqedînin.

Lijneya giþtî ya asayî ya þaxan, ji 3 sala carekê, di nav meha îlonê de, di roj û saet û cîyê ku ji hêla lijneya rêveberiya þaxê ve tê diyarkirin de, divê bicive.

 Þax; nimuneyeke ji îxbarnameya encama lijneya giþtî, divê di nav 30 rojên di dû civî nê re, mecbûre ku ji bo amirtiya revebiriya bajêr û ji navenda giþtî ya komeleyê re, biþîne.

   Þax; di lijneya giþtî ya navendê de, bi hilbijartinî û bi delegeyên normal tên temsîlkirin. Serokên rêveberiyê û yên lijneyên teftîþê, endamên tabiî ne. Ji bo her 20 (bîst) endamên di komeleyê de qeydkirî 1 (yek), ji yên ji 10’an zêde mayî re yan jî heke endamên wan ji 20’î kêm bin, ji bo wan re jî 1 (yek) delege tê hilbijartin. Ev delege, wek delegeyên hilbijartinî, li ser navê þaxê, mafên wan heye ku têkevin lijneya giþtî ya navenda giþtî.

Delegeyên ku herî dawiyê di lijneya giþtîya þaxan de hatine hilbijartin, dikarin beþdarî lijneya giþtî ya lijneya navendê, bibin.

Ew kesên wezîfedar ên ku di lijneyên revebirî û teftîþê de ne, heke ji bo rêveberiya navenda giþtî yan lijneya teftîþê bên hilbijartin, divê ew dev ji wezîfeyên xwe yên þaxê berdin  

 

Vekirina Nûnertiyê

Xala 23- Komele; ji bo ku fealiyetên xwe yên komeleyê bi rêve bibe, heke pêwistî bi ciyekî bibinê ku li wê derê þaxeke xwe veke, bi biryara lijneya revebiriyê dikare nûnertiyê veke. Navnîþana wê nûnertiyê û ew kes an kesên ku bi biryara lijneya rêveberiyê ve hatiye wezîdarkirin, ew mesele ji hêla wî kesî yan wan kesan ve, ji bo amirtiya rêveberiya wî bajarî, bi awayê nivîskî tê ragihandin. Nûnertî, di lijneya giþtî ya komeleyê de, nayê temsîlkirin. Þax, nikare nûnertiyê veke.

 

         Awayê Çawa Guhertin a Rêziknameyê

         Xala 24- Guhertina Rêziknameyê, bi biryara lijneya giþtî tê çêkirin.

         Di lijneya giþtî de, ji bo guhertina rêziknameyê bê çêkirin, pirraniya ji 2/3’yê endamên ku dikarin beþdarî lijneya giþtî bibin û mafên wan ê dengdanê heye, lazim e. Heke di civînê de pirranî pêk neyê û ji ber vê sedemê civîn bê li paþxistin, di civîna duyemîn de pêwistî bi pirranîyê nakeve. Lê divê hejmara endamên ku beþdarî civînê bûne, ji du qatê tam ê hejmara endamên lijneya rêveberî û lijneya teftîþê hindiktir nebe.

         Pirraniya ku ji biryara guhertina rêziknameyê lazim e, ji 2/3’yê wan emdamên ku beþdarî civînê bûne û mafên wan ên dengdanê heye, pêk tê. Di lijneya giþtî de, guhertina rêzinameyê li ber çavan û aþkera tê kirin.

        

            Fesha Komeleyê û Þiklê Tesfîyekirina Hebûna Malê Wê

         Xala 25- Lijneya giþtî, ji bo feshkirina komeleyê her dem dikare biryarê bide.

             Di lijneya giþtî de, ji bo ku mijara fesihkirinê bê muzakerekirin, divê rêjeya pirraniya endaman ji 2/3’yê wan endamên ku dikarin beþdarî lijneya giþtî bibin û mafên wan ên dengdanê heye, pêk bê. Heke di civînê de pirranî pêk neyê û ji ber vê sedemê civîn bê li paþxistin, di civîna duyemîn de pêwistî bi pirranîyê nakeve. Lê divê hejmara endamên ku beþdarî civînê bûne, ji du qatê tam ê hejmara endamên lijneya rêveberî û lijneya teftîþê hindiktir nebe.           

         Pirraniya ji girtina biryarê ya ji bo fesihkirina komeleyê re lazim e, ji 2/3’yê dengên wan endamên ku beþdarî civînê bûne û mafên wan ê dengdanê heye, pêk tê. Ev dengdan, di lijneya giþtî de, bi navê dengdana biryara feshê, tê çêkirin

 

 

 

 

 

Mameleyên Tasfîyeyê

Gava biryara feshê ji alîyê lijneya giþtî ve bê dayîn, ji alîyê lijneya tasfîyeyê ve ku ji endamên lijneya rêvebirîyê ya dawî pêktê tasfîyeya pere, mal û mafên komeleyê tê kirin. Ev mamele piþtî biryardayîna lijneya giþtî ya derbarê feshê yan jî piþtî dîroka ku rewaþa dawîlêhatinê tekez dibe tê destpêkirin. Di pêvajoya tasfîyeyê de di hemû mameleyan de berî navê komeleyê îbareya “di rewþa tasfîyeyê de ye” tê bikaranîn.

Lijneya tasfîyeyê li gorî mewzuatê ji serî heta dawî di temamkirina mameleyên tasfîyeya pere, mal û mafên komeleyê de erkdar û xwedî selahîyet e. Ev lijne, pêþî hesabên komeleyê lêdikole. Di maweya lêkolînê de defterên komeleyê, belgeyên wergirtinê, belgeyên mezaxtinê, qeydên tapû û bankayan di gel belgeyên din tên destnîþankirin û erkên wan bi nivîskî tên dîyarkirin. Di maweya tasfîyeyê de ew kesên ku deynê wan li komeleyê ye tên bangkirin û eger malên wê hebin bo wan kesên xwedî maf tê dayîn. Eger deynê komeleyê li hin kesên din hebe, ev deyn tên tehsîlkirin. Piþtî wergirtin û dayîna deynan hemû pereyê mayî, mal û mafên wê bo cîyê ku di lijneya giþtî de hatîye dîyarkirin tê dewrkirin. Eger di lijneya giþtî de cîyê ku bê dewrkirin nehatibe destnîþankirin, di wî bajarî de piþtî dîroka feshê ji alîyê endaman ve bo komeleya herî mezin a ku di armancê de nêzîkiya wan hebe tê dewrkirin.

Hemû mameleyên derbarî tasfîyeyê di tomara nivîskî de tê nîþandan û mameleyên tasfîyeyê, maweyên zêde yên ku ji aliyê rêvebiriyên îdareya mulkî ku li ser egereke mafdar hatiye dayîn ne tê de, di nav sê mehan de tê temamkirin.

Piþtî temamkirina tasfîyeya pere, mal û mafên komeleyê û mameleyên veguhestinê, zerûrî ye ku ji alîyê lijneya tasfîyeyê ve, rewþ di nav heft rojan de bi nivîsekê tevî tomara nivîskî ya tasfîyeyê bo rêvebiriya îdareya mulkî ya ku navenda komeleyê li wî cîyî ye bê ragihandin.

Endamên lijneya rêvebiriyê ya dawî bi sîfeta lijneya tasfîyeyê peywirdar e ku defter û belgeyên komeleyê veþêre. Ev peywir ji bo endamekî lijneya rêvebiriyê jî dikare bê sipartin. Maweya veþartina van defter û belgeyan pênc sal e.

         Kêmaniya Hukum

            Xala 26- Di þûna taybetiyên ku di vê rêziknameyê de nehatine dîyarkirin, qanûna komeleyan, Qanûna Medînî ya Turk û rêvebirnameya komeleyan ên ku amaje bi van qanûnan dikin û hukmên mewzuatên din ên derbarî komeleyan tê peyrewkirin.

            Xala Demkî 1- Di lijneya giþtî ya pêþî de heta ku organên komeleyê bên pêkanîn, endamên lijneya rêvebiriyê ya demkî ku nûnertiya komeleyê dikin û mameleyên derbarî komeleyê de bi rê ve dibin li jêr hatine destnîþankirin.

         Endamên Lijneya Rêvebiriyê ya Demkî;

            Nav û Paþnav

Nasnavê Wî yê Peywir

MEHMET RAUF ÇÝÇEK

SEROKÊ LIJNEYA RÊVEBIRIYÊ

ZÜLKÜF ERGÜN

CÎGIRÊ SEROKÊ LIJNEYA      RÊVEBIRIYÊ

MUSTAFA DEMÝRKIRAN

SEKRETER

ÞÜKRÜ ESKÝN

JIMARYAR

MEHMET YERGÝN

ENDAM

(c) 2011  Komanubihar.Org

Nubihar Komeleya Çand û Perwerdehiyê

Yazýlým : Mydesign Haber    Teþekirin : Sebat